Nûbihar 175

Nûbihar 175

Brand: Nûbihar Yayınları
SKU: nubihar175
11.00 USD In stock Buy at Merchant

Nûbihar 175 Ji jimara 175an merheba! Di sala 1982an de ji Mêrdînê, ji bo pêşbaziya sporê em çûbûn Enqerê. Wê wextê di dibistana navîn, sinifa 3yan de bûm. Li semta Ulusê min xwest ji xwe re cotek gore bikirim. Çûme ber dikanek piçûk, du jinên bi çarşef, ji dikanê li ber derketinê bûn. Ji xwediyê dikanê re bi Kurmancî tiştek gotin, xatir xwestin û derketin. Xwediyê dikanê, xortek di salên min de bû. Li navenda Enqerê rastî Kurmancî hatibûm; pir şaşmayî mabûm. Ez ketim hundirê dikanê û bi Kurmancî min got: -Cotek gore bide min. Ez bûbûm şahidê axaftina dikandar û wan jinikan, min jî ji dikandar rasterast bi Kurmancî gore xwestibû. Di wan salên xwe de min nizanîbû ku li Enqere, Qonya, Kirşehir, Yozgat, Aksarayê û li wan derdoran Kurd hene. Dikandar jî digot belkî, ez bi zaneyî çûme dikana wî. Yan jî texmîn kiribû, belkî ez Kurdekî ji wan gundên derdora Enqerê me, wan gundên ku wê demê tew haya min ji wan tunebû. Nizanim wî pirsî, an jî min got; xweş nayê bîra min, lê derket ku ez ji Diyarbekirê me. Çend nav ji min pirsîn; dît ku ez nizanim, ez ne xelkê wan deran im. Ji Diyarbekirîbûna min re pir kêfa wî hatibû. Min rasterast pê re Kurmancî gotibû, belkî jî, ji ber vê kêfa wî hatibû. Li şûna 3 kaxezan, 2 kaxez û nîv pere ji min girt. Min goreya xwe girt û derketim. Wê wextê min nezanî ew xorta behsa çi dike; dikandar jî ew tişta bi min neda famkirin. Paşê min zanî: Li Anatoliya Navîn, li Enqerê û derdora wê, gundên Kurdan û çend navçeyên ku piraniya wan Kurd in, hene. *** Di vê jimara 175an de, me dosyayek li ser van Kurdên Anatoliya Navîn amade kiriye. Dema me biryar da em vê dosyeyê çekin, me bi Mehtab Îdelî û Adem Özgür re bernameyek da ber xwe. Herdu hevalan edîtoriya vê dosyeyê girtin ser xwe û ev jimara li ber destê we derket meydanê. Mehtab Îdelî û Adem Özgür bi gelek kesan re ketin têkiliyê û peyder pey nivîs hatin. Heta ji me hat, me xwest bi gelek aliyan ve vê meseleyê lêbikolin; me wisa jî kir. Van kesana çawa çanda xwe, zimanê xwe, kevneşopiya xwe parastine û gihaştine îro? Dema min nivîs xwendin, di vê mijarê de tiştên din jî hene, lê du tiştan bala min kişandin: Yek çanda eşîrî ye. Çanda eşîrî ev kes parastine, nehiştiye ev zêde ji xwe dûr bikevin. Li vê coxrafyayê her kes eşîreke wî heye; eşîretên mezin ên weke Reşî, Canbeg, Şêxbizinî û Mikaîlî hene. Vê çandê, heta astekê Kurdên vê herêmê parastiye. Ya duduyan: Ev kes di nav hev de zewicîne; pir salan keç nedane kesî, ji derve jî keç neanîne. Bi taybetî ev tişt bûne sebeb ku Kurd xwe, zimanê xwe, kevneşopiya xwe biparêzin. *** Gelek kes bi nivîsên xwe beşdarî vê dosyeya me bûn; jimara me dewlemend kirin. Ji hemûyan re spasiyek ji dil û can dikim. Spasiya herî mezin ji bo Mehtab Îdelî û Adem Özgür e. Herdu jî pir westiyan, kedeke pir zêde dan. Hûnê dosyeya “Kurdên Anatoliya Navîn” bixwînin; înşaleh biecibînin. Wisa xuyaye, Kurdên Anatolya Navîn, wan bi xwe pir caran behsa xwe kirine, lê me nekiriye; me ev Kurdên vê derê terkî qedera wan kirine. Ji ber vê sedemê ez pir kêfxweş im; belkî cara ewil li ser wan dosyeyek wesa amade dibe. Weşandina dosyeyek wiha dibe nesîbê Nûbiharê. Dixwazim li vê derê navê kesên ku bi nivîs, helbest û berhevkariyên xwe ked dane vê jimarê bidim û ji we xatir bixwazim: Mehmet Bayrak (Werger: Arya Bilikan), Şoreş Reşî, Ali Duran Topuz, Mehtab Îdelî, Mem Xelikan (Werger: Bamed Serdar), Kadîr Çelîk, Mûrad Ciwan, Mustafa Kizilkaya, Memê Mala Hine, Melîk Özkan, Rohat Alakom, Muzaffer Özgür, Rojvan Enes, Nuh Ateş, Dîlan Şewqî, Yusuf Yeşilöz, Çavuş Yapici, Îmed Îdelî, Alî Çîftçî (Hevpeyvîn: Adem Özgür), Fikret Yildiz, Aşiq Şêxo, Dr. Haci Çevîk (werger: Brahîm Sorî), Xizan Şîlan, Xamgelî Bane, Osman Alabay û Azad Celikanî. Heta jimara din bi xatirê we. SÜLEYMAN ÇEVİK 04 Ji Edîtorên Dosyayê 05 Kurdên Anatoliya Navîn: Kêmneteweya di nav kêmneteweyan de Mehmet Bayrak Wergera ji Tirkî: Arya Bilikan 08 Dîroka Kurdên Anatoliya Navîn Şoreş Reşî 17 Barê Hespê Mîrê Qoçgîrî: Bîr û Bîra Hember a Şînê Ali Duran Topuz 24 Çend Navdarên Kurdên Anatoliya Navîn Mehtab Îdelî 32 Ji Kurd Remzî heta roja îro Muzîka Kurdî li Anatoliya Navîn Mem Xelikan Wergera ji Tirkî: Bamed Serdar 37 Koçberî Kadîr Çelîk 38 Daweta “Efsaneyî’’ ya Şehzade Bayezîdê Osmanî û Dewletşah Xatûna Keça Mîrê Germiyanî Mûrad Ciwan 45 Ga Westiyan Mustafa Kizilkaya 46 Mîrata jibîrkirî ya şoreşgerekî wenda: Dr. Şivanê Kurdên Anatolyayê Memê Mala Hine 50 Reşwan Melik Özkan 51 Di çapemeniya Tirkî de Serpêhatiya Hesenê Kurd Rohat Alakom 54 Serenad Mem Xelikan 55 Mem Xelikan: Bijîşk û Helbestvanê Dilan Muzaffer Özgür 57 Ji malê dûr... Rojvan Enes 58 Bi dizikî: Hezkirin û Dilketin Nuh Ateş 60 Ji Rojava ta Anatoliya Navîn Dîlan Şewqî 62 Nuh Ateş: Sîmyagerê Çanda Kurdî Yusuf Yeşilöz 64 Stran:Heciyê Buxircî Gotin: Gelerî / Berhevkar: Çavuş Yapici 65 StranKinê Gotin: Gelerî / Berhevkar: Îmed Îdelî 66 Weşanger Alî Çîftçî: Bîranîn Xebateke Hebûnê ye! Hevpeyvîn: Adem Özgür 72 Eşîra Mikaîlî li Anatoliya Navîn Fikret Yildiz 78 Çend Gotinên Devokî yên Kurdên Anatoliya Navîn Mehtab Îdelî 81 Hoyder Gozelê Gotin: Aşiq Şêxo 82 Ji Bêdengiyê ber bi siyasalbûnê ve: Kurdên Anatoliya Navîn û Dînamîka Dîasporayê Dr. Haci Çevîk / Wergera ji Tirkî: Brahîm Sorî 86 Edebiyata Kurdên Anatoliya Navîn Kadîr Çelîk 89 Êşên Bêreng Xizan Şîlan 90 Şêxbizingel kî ye, ji ku kêçax raçe hatiyîne Heymenê? Xamgelî Bane 93 Destana Qamişê Qul Berhevkar: Osman Alabay 96 Pirtûkeke akademîk a girîng li ser Kurdên Anatoliya Navîn Azad Celikanî Hê taybetiyek nehatiye lêzêdekirin

Variants (1)
  • Default Title — 11.00 USD — In stock

AI Readiness

Good foundation, but some important product data is still missing.

80%